HPG: Bila malbatên dîlan ne ji HDPê, ji AKP û MHP bipirsin

HPG hejmara leşker û polîsên di destê wê dîl in aşkere dike û radigihîne: Leşker û polîsên dîl, bi çalakiya rûnûştinê ya li ber deriyê HDPê venagerin mala xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

HPG hejmara leşker û polîsên di destê wê dîl in aşkere dike û radigihîne: Leşker û polîsên dîl, bi çalakiya rûnûştinê ya li ber deriyê HDPê venagerin mala xwe.

Hêzên Parastina Gel (HPG) aşkere dike, 2 berpirsên Dezegaha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎTê û 9 leşker û polîsek di destê wan de dîl in. Lê ew ne di xema hikûmeta Tirkiyê de ne û pirsa wan nayê kirin.

Fermandarê HPGê Mahîr Denîz got: “Yên ku ev leşker girtin em in, aliyekî vî şerî em in, lewma mûxatab em in. Eger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin, hingî bila ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin.”

Wî fermandarekî got: Malbatên leşker û polîsan dehan salan jî ber deriyê HDPê rûnin ti kes venagere mala. Divê pirsa vegera leşker û polîsan ne ji HDPê, ji AK-Partî û MHPê were kirin.

Li Tirkiyê piştî ku qeyûm li ser sê şaredariyên HDPê yên Wan, Diyarbakir û Mêrdînê hatin tayînkirin Ji 3ê îlonê ve li ber deriye HDPê ya Diyarbekir malbatên ku îdda dikin zarokên wan bi riya HDPê tevlî PKKê bûne û malbatên ku zarokên wan di dema polîs û leşker bûne ji aliyê PKKê ve hatine revandin çalakiya runiştinê li dar dixin.

Malbatên polîs û leşkerên ku destê PKKê de ne didin zanîn ku ji sala 2015ê ve zarokên wan hatine revandin û wan serdana gelek partî û rêxistinan kirine, lê heta niha ti encamek bi dest nexistine.

Derbarê îddayên malbatan de HDP amaje dike, ti têkiliya wan bi tevlîbûna zarokan bo PKKê re nîne.

 

S. B