Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkî tekezî li ser asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke bilind a Amerîka tekeziyê li ser asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdisanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke bilind a Amerîka tekeziyê li ser asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdisanê kirin.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Sekreterê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn Andrew Peek kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û rewşa navçeyên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û destpêkirina qonaxeke nû ya çareserkirina pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane guftûgo kirin.

Di wê hevdîtinê de, pêşwazî li biryar û rêkeftina hinardekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re bo cîhanê hat kirin û bi pêngaveke girîng  ji bo çareserkirina wan pirsan binav kirin.

Mesrûr Barzanî û Andrew Peek derbarê asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, tekezî li asayîkirin û vekirina tevahiya riyan, pakirina mînên vedayî û dabînkirina xizmetguzariyên sereke ji wan navçeyan re kirin.

Guftûgokirina destpêkirina qonaxeke nû ya bi hev re karkirina bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan, aliyekî din ê hevdîtina her du aliyan bû.

 

S. B