Tirkiye: Di 38 zindanan de, 400 kes di greva birçîbûnê de ne

Hevserokê IHDê Ozturk Turkdogan da zanîn: Grevên birçîbûnê ku bi tevî çalakiya Leyla Guven hatiye destpê kirin, li 38 zîndanên Bakur û Tirkiyê berdewam dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Zîndanan a Komelaya Mafê Mirovan rapora xwe ya vekolîna zindanan eşkere kir û da zanîn: Di 38  zîndanan de nêzî 400 kes di greva birçîbûnê de ne.

Rapora Komeleya Mafê Mirovan, di bin navê "Vekolîna Zîndanên Tirkiyê û Pêvajoya Grevên Birçîbûnê" hate amade kirin.

Hevserokê IHDê Ozturk Turkdogan da zanîn: Grevên birçîbûnê ku bi tevî çalakiya Leyla Guven hatiye destpê kirin, li 38 zîndanên Bakur û Tirkiyê berdewam dike.

Komelaya Mafê Mirovan di rapora xwe de diyar dike: Nêzî 400 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.

Hejmarek ji van girtiyan ku Leyla Guven jî di nav de ye, jîyana wan ketîye xeteriya mirinê.

IHD û 4 saziyên din yên sivîl ên Tirkiyê, belavokek belav kirin û eger daxwazên rewa yên girtiyan neyên pejirandin, hikûmet dê ji mirinan berpirsyar be.

 

 

C.B