Kurtulmuş: Kurdên oldar jî, di hilbijartina Stenbolê de deng nedan me

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê dibêje, Kurdên oldar vê carê dengên xwe nedan e partiya wan û hewl didin, careke din van aliyan qezenc bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê dibêje, Kurdên oldar vê carê dengên xwe nedan e partiya wan û hewl didin, careke din van aliyan qezenc bikin.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, dengderên Stenbolê nimûneyên Tirkiyê nîşan didin û got, wan ji encamên hilbijartinên waneyên baş derxistin e.

Da xuyakirin, ji vir û pê ve, ew dê tîfaqa Tirkiyê bikin armanc, zimanê tund bikar neyîn in û nirxên herêmî û demokratîk derxin pêş.

Kurtulmuş got, di hilbijartina dawî de Kurdên oldar dengên xwe nedan e AK Partiyê, lê ji bo wergirtina wan dengan dema wan heye û ew dê siyaseta xwe li ser vê bingehê bimeşînin.

 

 

C.B