Ebdulmehdî: Li Kerkûkê desthilata serbazî nîn e (!)

Serokwezîrê Iraqê hebûna desthilata serbazî li Kerkûkê red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê hebûna desthilata serbazî li Kerkûkê red dike.

Di kongreya xwe ya rojnamevanî ya heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di bersiva rojnamevanekî derbarê rewşa parêzgeha Kerkûkê got, bi ti awayekê hikmê serbazî li Kerkûkê nîn e.

Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê jî kir, ku Kerkûk bi ti awayî ne di rewşeke awarte de ye. Di beşek din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Iraqê got, Hikûmet li ser bidawî anîna Îdaredan a postan bi wekalet rijde.

Derbarê seredana Rûhanî jî Ebdulmehdî got, li cîhanê du welat pêwendiyên wan bihêz wek Îraq û Îranê nîn e!!

 

 

C.B