Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirgirêkan

Di hevdîtinekê bi Balyozê Finlendeyê li Iraqê re, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Finlendayê ji Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û tekez kir, hîna gef û metirsiyên terorê mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê bi Balyozê Finlendeyê li Iraqê re, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Finlendayê ji Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û tekez kir, hîna gef û metirsiyên terorê mane.

Herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û nakokiyan û hewl dide aramî li Iraqê vegere.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Finlendayê li Iraqê Vesa Hakkinen civiya û pîrozbahî li destbikarbûna wî wek Balyozê Finlendayê kir û hêviya serkeftinê di karê wî de jê re xwast û tekezî li pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dualî di hemû wan de kir.

Ji aliyê xwe ve, Vesa Hakkinen behsa serdana xwe bo hêzên Finlendayê wek beşek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê kir û û tekezî li berdewamiya hevkariya welatê xwe di çarçoveya hêzên hevpeymanan de ji artêşa Iraqê û Pêşmerge kir, bi taybet di warê rahênankirinê de.

Guftûgokirina dawî pêşhatên rewşa Iraqê, bicihkirina daxwazên xwepêşanderên Iraqê, hewlên bo vegerandina aramiyê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û çareserkirina wan bi diyalogê û li ser bingeha destûrê, rewşa abûr û derfetên webirhênanê li Herêma Kurdistanê, tewerên din ên hevdîtinê bûn.

 

S. B