7 sivîl li rojavayê Helebê bîndarbûn
K24- Hewlêr
7welatîyên sivîl ji encama teqîna bumbeyekê li rojavayê Helebê bîndarbûn
Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belavkirîye, bumbeyek veday ji paşmayên şer li bajarê Dar Îze ku dikeve rojavayê Helebê teqya û di encam de 7 kesên sivîl bigranî birîndarbûn. Li gor Riwangehê 5 kes ji wan zarone.
Li gor hatîye belavkirin, di 13ya evê mehê de jî ji encama teqîna mîneka çandî li nêzîkî Gula Cibul li rojhelatê Helebê, 2 welatî hatibûn kuştin.