Serok Barzanî û şandeke Parlemana Lubnanê çend pirs guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Fraksiyona Dîdara Demokrat a li Parlemena Lubnanê Teymûr Canpolat û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de pêwendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan li gel gelê Lubnanê bi giştî û malbata Canpolat bi taybetî bilind hate nirxandin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kirin.
Rewşa siyasî ya Lubnan û Iraq û navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexda û metirsiyên terorê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.
S. B