Firensa biryara girtina berpirsekî pilebilind di rêjîma Sûryê de da

Rojnameya Le monde a Firensî: Dadgeheke Firensî biryara girtina sê berpirsên pilebilind di hewalgiriya Sûryê de daye û di nav wan de, navê rêvebirê Nivîsgeha Asayişa Niştimanî ya Sûryê Elî Memlûk jî hatiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya Le monde a Firensî ragihand, ku dadgeheke Firensî biryara girtina sê berpirsên pilebilind di hewalgiriya Sûryê de daye û di nav wan de, navê rêvebirê Nivîsgeha Asayişa Niştimanî ya Sûryê Elî Memlûk jî hatiye.

Li gorî nûçeyeke rojnameya navhatî, dadgeha Firensî ew biryar daye, ji ber ku destê wan kesan di tawanên dijî mirovatiyê, eşkencedan û revandina bi darê zorê de heye.

Herwiha diyar kir, ku dadgehê biryara xwe li ser bingeha hejmareke mezin ji belgeyan daye û ew belge û dêkomênt, ji aliyê polîsekî serbazî yê Sûryê ve, li ber destê dadgehê hatibûn danîn û ew kes ji Tîrmeha 2013an ve, ji Sûryê reviya bû.

N.O