Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî pêwendiyek telefonî encam dan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyek telefonî de, pêşhateyên siyasî yên Iraqê û hukimeta nû ya Iraqê girtin dest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyarkir ku, girîngiyek xwe ya taybet heye ku, hemû aliyên Iraqê bi taybetî jî Partiyên siyasî yên Kurdistanê di hukimeta nû ya Iraqê de cîh bigrin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyek telefonî de, pêşhateyên siyasî yên Iraqê û hukimeta nû ya Iraqê girtin dest.

Serokwezîriya herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokwezîr Barzanî û Serokomar Macron pêwendiyek telefonî encam dan e.

Pêşhateyên siyasî yên Iraqê û hukimeta nû ya Iraqê girtin babetên sereke di rojeva Barzanî Macron de bûn e.

Ligor daxûyaniyê, Macron diyarkir ku, girîngiyek xwe ya taybet heye ku, hemû aliyên Iraqê bi taybetî jî Partiyên siyasî yên Kurdistanê di hukimeta nû ya Iraqê de cîh bigrin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê daxwaza pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Fransayê aniye ziman û girêdayî sekna Fransayê piştî 16ê Cotmeha 2017an, û alîkariya asayîbûna rewşê,  spasiyên xwe arasteyî Macron kirin e.

 

 

C.B