Mesrûr Barzanî û fermandeyê giştîyê Tîma Hevpişka Operasyonên Taybet li Îraq û Suryayê civîyan
K24- Hewlêr
Evro Sêşembîyê 18/6/2019 Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Civata asayîşa Herêmê û raspartîyê pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê li gel Ceneral Patrîk Roberson, fermandeyê giştî yê Tîma Hevpişka Operasyonên Taybet li Îraqê û Suryayê û şanda pê re ku bi hilkevta bi dawîhatina erkên wî serdana Herêma Kurdistanê kirîye.
Di dîdarê de pêşhatên deverê bi giştî û hevahengîya di navbera hêzên Herêma Kurdistanê û hevpeymanan gengeşekirin. Fermandeyê giştî yê Tîma Hevpişika operasyonên Taybet li Îraq û Surayê, supasîya Herêma Kurdistanê kir, bo hevahengîyan û ceneral Êrîk Hîlî, cihvegirê xwe da nasandin û hêvî xwazt ku hevahengî berdewam bin. Herweha amaje bi bizavên teroristan kir û tekez hat kirin ku hêj Daiş li Îraq û Suryayê manee û her gefin.
Li beranber Mesrûr Barzanî, hêvîya serkevtinê bo herdûyan di erkên wan yê nû xwazt û tekez kir li ser pêdivîya berdewambûna hevahengîya hemealî di navbera Herêma Kurdistan û hevpeyamanan de wek fakterek bo parêzvanîyê ji destkevtan û vegerandina akincîyê û bertesikkiirina bizava teroristan li deverê.
Gengeşekirina şerê niha yê Suryayê li deverên wê yên cûda û çareserkirina sîyasî, aleyeka dî ya dîdarê bû.