HSD 6 çekdarên DAIŞ kuştin, 7 jî girtin

Hêzên Sûriya Demokrat 6 çekdarên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê kuştin û 7 çekdarên din jî girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokrat 6 çekdarên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê kuştin û 7 çekdarên din jî girtin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, Hêzên Nehiştina Terorê yên ser bi Hêzên Sûriya Demokrat ve, êrîşî şaneyek veşartî ya çekdarên DAIŞê li gundê Ebu elNîtil yê bakûrê Dêrazorê kirin. Şer di navbeyna her dû aliyan de derket, piştre HSD ew mal a,  ku ew çekdar tê de bûn, teqand. Di encam de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 7 çekdarên din jî girtin. Herweha 4 endamên HSD jî, brîndar bûn.

Tevî, ku tu rûberek ji Adar a îsal ve di destê DAIŞê de nema ye, lê şaneyên wê yên veşartî bi berdewamî êrîşî HSD dikin û teqînan li gundewarên Reqa û Dêrazorê pêktîn in.

 

 

C.B