Roja Niştimanî ya Fransayê li Hewlêrê birêve çû

Rêûresma Roja Niştimanî ya Fransayê şeva bûrî bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê birêve çû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêûresma Roja Niştimanî ya Fransayê şeva bûrî bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê birêve çû.

Di rêûresmê de Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Dominique Mas ragihand, tiştê Fransa ji Herêma Kurdistanê re kiriye, li hember tiştê ku Herêma Kurdistanê ji Iraq, Fransa û civaka navdewletî re kiriye, ne tiştek e.

Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê ragihand jî, bi navê Fransayê serê xwe rêzgirtin ji şehîdên Herêma Kurdistanê re diçemînim, ew şehîdên xwîna xwe li hember teroristên DAIŞê rijandine.

Tekez kir jî, pêwendiyên hikûmet û gelê Fransa di warên siyasî, aborî, kulturî, perwerdeyî û dîrokî de bi Herêma Kurdistanê re bihêz e.

Herwiha di rêûresmê de, hejmarek ji berpirsên hikûmî, partîtî, kesayetên pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

 

S. B