Erdogan: Aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbas dibe

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbas dibe. Erdogan dibêje, heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Ewropa dê rastî gefên nû were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbas dibe. Erdogan dibêje, heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Ewropa dê rastî gefên nû were.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Erdogan beriya ku biçe Konferansa Navdewletî li Berlînê ya di derbarê pirsa Lîbyayê de ragahand, şaşîtiyeke mezin e ku Lîbya bibe meydana şer û aloziyan.

Erdogan got: Bila her kes bizane ku aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbaz dibe û heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Qaîde û DAIŞ dê ji nû ve li Lîbyayê xwe birêxistin bikin.

Erdogan da zanîn, ew ji welatên Yêkitîya Ewropa, gavên zelal û berbiçav hêvî dikin.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê da, welatê wî dê rahênanê bi hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê ji bo şerê wê li dijî teror û bazirganiya bi mirovan bike.

Sibe 19ê Çile Konferansa Navdewletî ya taybet bi Lîbyayê li Berlînê birêve diçe, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ew ê di wê konferansê beşdar be. Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî diyar kir, ew ê beşdarî konferansê bibe.

 

S. B