AKPartî: Şaredarên HDPê hatine dûrxistin çunku di çarçoveya yasayan de xizmet nekirin

Partiya desthilatdar AK Partî dibêje, şaredarên HDPê ji ber ku di çarçoveya yasayan de xizmet nekirin e, ji şaredartiyê hatine dûrxistin.

K24- Hewlêr

Partiya desthilatdar AK Partî dibêje, şaredarên HDPê ji ber ku di çarçoveya yasayan de xizmet nekirin e, ji şaredartiyê hatine dûrxistin.

Peyvdarê AK Partî Omer Çelîk di derbarê dûrxistina şaredarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê û danîna qayuman de daxuyanî da û got, Şaredaran karên şaş kirin e û di çarçoveya yasayan de tevnegeriyane.

Da xuyakirin, tiştê girîng ev e ku, yên bi dengên gel hatine hilbijartin, divê di çarçoveya yasayan de xizmetguzariyê bikin. Rexneyên tên kirin, yasayan nagrin pêş çavan, tenê bi armancên siyasî tên kirin.

Serokê Sendîkaya Parêzeran a Diyarbekrê dabû xuyakirin, ji ber hin lêpirsîn û vekirina dozan ji kar dûrxistin şaş e. Eger heye, ku di hemû lêpirsîn û dozan de bêtawan bên dîtin, ku yasa jî vê dibêje.