Hevseroka Rihayê ya HDPê hate zindanîkirin

Operasyon û lêpirsînên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber berdewam dike. Hevseroka Rihayê ya HDPyê Aliye Kizildamar hate zindanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyon û lêpirsînên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber berdewam dike. Hevseroka Rihayê ya HDPyê Aliye Kizildamar hate zindanîkirin.

Hevseroka Rihayê ya HDPê Aliyê Kizildamar di çarçoveya lêpirsînekê de çû Dadgeha Rihayê û bersiva pirsên dozgerî da. Piştî lêpirsînê bi tohmeta bangeşekirina PKKê hate zindanîkirin.

Meha borî di avahiya HDPê ya Rihayê de ji bo Leyla Gûvenê çalakiya girêva birçîbûnê hatibû kirin. Polîsan jî avêtibûn ser avahiyê û 40 kesan desteserkiribûn.

 

S. B