Koşka Spî: Hezar dîlên DAIŞê di destê HSDê de ne

Koşka Spî ya Amerîka radigihîne, bêhtir ji hezar dîlên DAIŞê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koşka Spî ya Amerîka radigihîne, bêhtir ji hezar dîlên DAIŞê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞ bi temamî hatiye jinavbirin û bêhtir ji hezar çekdarên DAIŞê ji bêhtir ji 40 welatên cîhanê dîl di destê HSDê de ne.

Pêştir jî, Rêveberiya Xweser ragihandibû ku nêzîkî hezar dîlên DAIŞê di zîndanên wan de hene û daxwaz ji welatên cîhanê kir, her welatek çekdarên xwe bibin û li welatê xwe bidin dadgehan.

Piştî nêzîkî du mehan ji dorpêçkirina Baxozê û derxistina sivîl û malbatên DAIŞê, duhî 23ê Adarê HSDê rizgarkirina Baxozê û serkeftina yekcarî bi ser DAIŞê de ragihand.  

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan di daxuyaniyekê de ku li pêgeha Wezareta Bergîriyê hat belavkirin, pesnê serkeftina bi ser DAIŞê da û got: “Ev qonaxeke hestiyar di pêvajoya şerê li dijî DAIŞê de ye. Em têdigihin ku hîna bidawî nebûye, emê kar bikin da careke din DAIŞê serê xwe hilnede.”

 

S. B