Şanda Amerîkî li Bakurê Kurdistanê dest bi xebatê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Amerîkî ya ji bo avakirina herêma ewle bi Tirkiyê re, li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.
Şanda Amerîkî ya ku ji 6 Fermandarên leşkerî pêk tê, ku duhî gihîştibû Rihayê, li navçeyên Pirsûs û Kaniya Xezalan ya ser sînorê Rojavayê Kurdistan dest bi xebata xwe kirin.
Ji bo ku Navendek Operasyonên Hevbeş ligel Tirkiyê damezrînin, şanda Amerîkî serdana gelek avahî û xalên taybet kirin.
Şanda Amerîkî duh hevdîtin ligel hevpîşeyên xwe yên Tirk li Pirsûsê kirin û ji wir jî dê derbazî bajarê Dîlok ya Bakurê Kurdistanê bibin.
Tirkiye û Amerîke, ji bo avakirina herêma ewle di 7ê Tebaxê de li ser sê xalan li hev kirin û xebat ji duh ve hatiye destpê kirin.
S. B