Di gera Rûsî – Tirkî de li Kobanê welatiyekî sivîl şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ragihand, di gera hevbeş a Rûsî – Tirkî de, li Kobanê welatiyekî sivîl şehîd bû û hejmarek welatî jî birîndar bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ragihand, di gera hevbeş a Rûsî – Tirkî de, li Kobanê welatiyekî sivîl şehîd bû û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn. di çarçova rêkeftina Putin û Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê de, Îro duyem gera hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Kobanê hate kirin.

Amaje bi wê jî da, ev gera hevbeş jî rastî nerazîbûna welatiyên deverê hat û otomîbîlên serbazî yên Tirkiyê gaza rondikrêj û gule avêtin.

Di vê derbarê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de da zanîn, otombîlên serbazî yên Tirkiyê di navbera gundên Şîran û Korpîngarê li rojhilatê Kobanê, welatiyên nerazî bi gaza rondikrêj û guleyan armanc kirin û di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 6 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

S. B