5 serok şaredarên opozîsyonê derbasî AK Partîyê bûn

Di sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê da li ser transfera partîya desthilatdar AK Partîyê ya 5 serokşaredarên ji partîyên cihê û serbixwe bûye cihê nîqaş û gengeşîyan
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê li ser şaredarîyan nîqaşekê nû dest pê kir. AK Partîya desthilatdar vê heftê 5 serok şaredarên ji mixalefetê û yên serbixwe tevlî partîya xwe kir û ragihand ku ew ê nêzî 60 şaredarên ji partîyên din peyder pey tevlî partîya xwe bike. Lê belê mixalefet partîya desthilatê bi zor û zexta ser şaredarîyên mixalefetê sûcdar dike û dibêje ev yek li gorî etîk û rêzikên sîyasetê nîne. Şîrovekarên sîyasî destnîşan dikin AK Partî ji ber ku îmaja xwe ya têkçûyî sererast bike û rê li ber belavbûnê bigre hemleyekê wiha encam daye.

Di sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê da li ser transfera partîya desthilatdar AK Partîyê ya 5 serokşaredarên ji partîyên cihê û serbixwe bûye cihê nîqaş û gengeşîyan. AK Partî, ji partîyên CHP, ÎYÎ û Saadetê 3 serok şaredar û 2 şaredarên serbixwe yên li navçeyên Erzirom û Elezîza bakurê Kurdistanê bi giştî 5 serokşaredaran bi merasîmekê fermî tevlî partîya xwe kir û niha amadehî dike ku nêzî 60 serokşaredarên ji partîyên cihê her hefte di komcivînan da tevlî partîya xwe bike. Lê belê partîyên mixalefetê didin zanîn ku ev yek exlaqî nîne û serokşaredarên ku derbas dibin bi zor û zexta desthilatê û ji ber deynên şaredarîyan ji neçarî derbas dibin.

Şîrovekarên sîyasî radigihînin ku AK Partî pêşî bi rîya qeyûman şaredarîyên HDPê bidest xistîye, niha jî ew bi rîya transferkirina şaredarên ji partîyên mixalefetê dixwaze ku qelsbûna xwe ya sîyasî bihêz bike û peyamekê bide dengdêrên xwe.

Şîrovekara Sîyasî Tacîre Baktaş ji K24ê re got: "AK Partî pêşî bi qeyûman dest pê kir dûra hin şaredaran ji wezîfeyên xwe dûr xist. Niha jî em dibînin ku ji partîyên din transfera serok şaredaran dike. Rexneyên mixalefetê di cîh da ne. Her çiqas ji bo dengdêrên AK Partîyê ev tiştekî erênî û peyamekê hêzê be jî, ji alîyê etîk ve ev yek bi pirsgirêk e. Lewra dengdêrên deng daye wan partîyan nedaye AK Partîyê."

Heta niha li ser 32 şaredarîyên HDPê û li ser şaredarîyekê CHPê qeyûm hatine destnîşankirin û serok şaredarên hilbijartî ji ser erkên xwe hatine dûrxistin. Li gorî HDPê, partîya desthilatdar bi van hemleyan dixwaze têkçûna xwe bide rawestandin.

Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay got: "Transferkirina şaredaran neçarîya desthilata AKPê nîşan dide. Lê belê ev yek wê têkçûna vê hikûmetê nede sekinandin. Ji derve bi rîya şaredarên berhevkirî AKP wê nikaribe xwe xilas bike û pê emrê xwe dirêj bike."

AK Partîya ku li gorî agahîyên fermî xwedî 10 mîlyonî zêdetir endaman e, piştî proseya liv û tevgerdarîya avakirina partîya Davutoglu û Babacan di nava salekî da nêzî mîlyonekî endamên xwe winda kir. Li gorî hin şîroveyan hemleya transferkirina serokşaredarên ji derve ji bo bihêzkirina AK Partîyê û rê li ber girtina belavbûna endam û rêveberên xwe ye.