Li Serê Kaniyê di teqînekê de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro dema nîvro otombîleke bombekirî li kolana Kornêş a Serê Kaniyê teqiya û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi berdewamî teqîn li bajarî rû didin û di encamê de kesên sivîl dibin qurbanî.

Pêştir, Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno berpirsatiya rûdana teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibin û demografiya wan herdu bajaran biguhêrîne.

 

S. B