Xwendekarên Qamişlo bi kampîneke pakirina bajêr rabûn

Ji bo parastina jîngehê û paqijiya bajaran, xwendekarên zanîngeha Rojava li Qamişlo bi kampîneke paqijkirinê rabûn.

 

K24 – Qamişlo

Ji bo parastina jîngehê û paqijiya bajaran, zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo bi kampîneke paqijkirinê rabû. Xwendekarên zanîngehê li bajarê Qamişlo û Girkê Legê çend tax armanc kirin û piroşorên taybet li xelkê belav kirin. Komîta Amadekar diyar dike, armanca wan ew e çanda paqijiyê di nava xelkê de belav bibe.

Li jêr diruşma “Em bi hevre parastina jîngeha xwe bikin” komîta Ekolojî di zanîngeha Rojava de ya li bajarê Qamişlo, kampîneke paqijkirina hin kolan û cadeyên bajêr pêk anîn. Di kampînê de li gel xwendekaran hejmarek ji mamoste û rêveberên zanîngehê jî beşdarî çalakiyê bûn. Li gorî Komîta Amadekar dibêje, armanca wan ew e çanda paqijiyê di nava xelkê de belav bibe û bibe navtêdanek ku sazî, dezgeh û rêxistinên deverê jî bi kampînên hevawa rabin.

Xwendekarên zanîngehê li ser sê sê taxên bajêr ên sereke hatin dabeşkirin. Ji bilî daneheva gemar û geleşê ji cade û kolanan, piroşorên taybet bi vê kampînê jî li welatiyan belav kirin ku tê de gelek hevok û wêneyên taybet bi vê kampînê hene û hişyariyê û şîretan didin xelkê ku jîngeheke paqij dabîn bikin û alîkariya desteyên têkildar di paqijiya bajêr de bikin.

Kampîna navbûrî netenê li bajarê Qamişlo pêk hat, lê belê li bajarê Girkê Legê jî xwendekarên Fakulteya Patrolê bi heman çalakiyê rabûn.

Ev kampîn qonaxa duyemîn bû, çimkî qonaxa yekemîn berî niha bi çandina hijmarek ji daran pêk hat û wekî Komîta Amadekar dibêje di paşerojê de egere qonaxên din jî bêne hebin.