Teqandina cibexane û serbazgehên Heşda Şeibî karvedan jê çûbûn

Piştî ku di dema burî de hejmareke cibexane û serbazgehên Heşda Şeibî tqîn, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî ûbala burdûmankirina wan cibexane û serbazgehên Heşdê xiste stûyê Emerîkayê. Serokê desteya Heşdê jî, ev axivtinên cêgirê xwe bi helwêsta fermîya Heşdê nizane. Li beranber Pêntagon jî red dike ku peywendîyên Emerîkayê bi wan teqînan ve hebe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/47b575f2-9055-4aa3-824d-e5ce172a91ee/082219RBC.ism/manifest

K24- Hewlêr

Piştî ku di dema burî de hejmareke cibexane û serbazgehên Heşda Şeibî tqîn, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî ûbala burdûmankirina wan cibexane û serbazgehên Heşdê xiste stûyê Emerîkayê. Serokê desteya Heşdê jî, ev axivtinên cêgirê xwe bi helwêsta fermîya Heşdê nizane. Li beranber Pêntagon jî red dike ku peywendîyên Emerîkayê bi wan teqînan ve hebe.

Teqînên vê dawîyê yên li cibexane û serbazgehên Heşda Şeibî rûdayîn, Heşda Şeibî bi ser dû enîyan pişik kirine. Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî, di ragehandinekê de, berpirsînîya teqînan xiste stûyê Emerîkayê de û ragehand: Wan zanîyarîyên hûr hene ku Emerîkayê ev sal çar firokeyên bêfirokevanên Îsrayîlê anîne daku hêriş bikin ser baregehên wan.

Cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî jî ragehand, ji niha û paş bi çekîn pêşkevtî berevanîyê ji baregehên xwe dikîn.

Ji alîyeke dî ve, Falih Feyad, serokê desteya Heşda Şeibî,  axivtinên cêgirê xwe Ebû Mehdî Muhebdis î derbarê tuhmetbarkirina Emerîkayê red kir û ragehand: Axivtinên Muhendîs ne helwêsta fermîya Heşdê ye.

Feyaz got jî: li gor vekolînên berhaîyê, welateke bîyanî li pişt teqînê evê dawîyê yên cibexanan e. li berenber Pêntagon red dike ku peywendîya Emerîkayê bi teqînên vê dawyê yên cibexaneyê Heşda Şeibî ve hebe.

Şon Robiritsin, gotebêjê wezareta bervanîya Emerîkayê, red kir ku Pêntagonê ti peywendî bi teqînên vê dawîyê yên cibexaneyên Heşda Şeibî ve li Îraqê hebe û ragehand: Hêzên wan pabendin bi rênimayên hikumeta Îraqê û serwerîya asmanîya wî welatî.

Di dema burî de hejmareke serbazgeh û cibexaneyên Heşda Şeibî hatin teqandin û Îsrayîl bi wê burdûmanê dihêt tawanbarkirin.