Tirkiye: Em sizayên Amerîka li ser Îranê bicî nakin

Mewlûd Çawîşoglû: Tirkiye sizayên Amerîkî li ser Îranê bicî nake û nabe beşek ji dorpêça li ser Îranê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû di civînekê de li gel şanderê taybet ê Serokê Îran (Mehmûd Wa'izî) ragihand, ku Tirkiye sizayên Amerîkî li ser Îranê bicî nake û nabe beşek ji dorpêça li ser Îranê.

Mewlûd Çawîşoglû piştevaniya welatê xwe ji Îranê re tekez kir, bi taybet di warê rêketina etomî û dorpêçên Washingtonê li ser Taranê.

Li gorî medya Îranê, Mehmûd Wa'izî duh Pêncşemê, ji bo ku peyama taybet a serokê Îranê (Hesen Rûhanî) bigehîne serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serdana Enqerê kiribû.

N.O