Trump: Dibe HSD bihêle, DAIŞî ji zindanan birevin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka ragihand, dibe ku HSD bihêle çekdarên DAIŞê ji zîndanê birevin, ji bo ku Amerîka tevlî şerê xwe, yê di gel Tirkiyê bikin.
Serokê Amerîka di twittekê de ragihand, divê welatên Ewrûpî bilez tevgerê bikin, ji bo vegerandina çekdarên xwe yên DAIŞê. Bi gotina wî, welatên Ewrûpî xwestin, Amerîka bi berpirsiyariya wan çekdaran rabe û xwe ji vê yekê dan aliyekî.
Got jî, dibe Kurd bihêlin, çekdarên DAIŞê ji zîndanan birevin, da ku Amerîka tevlî şerê xwe yê di gel Tirkiyê de bikin. Amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dê sizayên aborî yên tund liser Tirkiyê bisepîn in.
C.B