Sefîn Dizeyî: Bo hevdû qebûlkirinê, dibe ku Îraq mifayê ji felsefe ya Gandî wergire

Sefîn Dizeyî, berpirsê Fermangeha Peywendîyên derve yên hikumeta Herêma Kurdistanê, di rêresma perde rakirinê li ser peykerê Mahatima Gandî li Hewlêrê ragehand: Em dilxweşîn bi evê boneyê û bi nerîna wî azadîxwazîya Gandî sinûrê nîve kîşwera Hindistanê burandîye. Wezîrê Hindistanê bo karûbarên derve dibêje: Hest bi şanazîyê dikim ku li Kurdistanê perde li ser peykerê Gandî dihêt rakirin.

K24- Hewlêr

Dizeyî amaje bi wê yekê jî da, li Îraqê heya niha hinek arîşe hene, ku dibe bo hevdû qebûlkirinê mifayê ji felsefeya Gandî bihêt wergirtin û arîşe bi wê felsefeyê bihên çareserkirin.

Got jî: Berî sê deheyan ev cih şûna çewsandina xelkê Kurdistanê bû, evro pişkek wji wî cihî bûye baxeke giştî ye, ev ç cihe ku peykerê Gandî têde bihêt danan û têkelî hizr û felsefeya Gandî be.

Her di wê rêresmê de Vêrmavalî Moralî Deharan, wezîrê dewleta Hindistanê bo karûbarê derve ragehand, ku hest bi şandazîyê dike, li Herêma Kurdistanê perde li ser bavê neteweyî yê Hindistanê dihêt rakirin û xweşhale ku li gel serokê Herêma Kurdistanê di vê rêresmê de amadeye.

Ji bilî supskirina serokatîya Herêma Kurdistanê, Vêralî amaje bi wê yekê jî da, ku peyama Gandî, derbirrîne ji aştî, bi hev re jîyanê û piştkirine ji tundûtîjîyê û xweşhale li vê deverê li Kurdistanê peyker bo wî bihêt danan.