Bi egera hebûna PKK û burdûmana Tirkiyê cihên geştiyarî yên nahiye Çemankê hatîne daxistin

Bi egera burdûmana firokeyên cengî yên Tirkiyê bo ser baregehên PKKyê lin deverên sinûrî yên nahyeya Çemankê, ser bi qezaya Amêdîyê li sinûrê parêzgeha Dihokê. Hejmareka deverên geştiyarî hatin daxistin û pişkek din jî bê kar mane û geştiyar bi egera hebûna metirsêyê li ser jîyana wan serdan wan cihên geştiyarî li wan deveran nakin.

K24- Amêdî- Dihok

Dwedîyên cihên geştiyarî jî nîgeranîya xwe nîşan didin û dibêjin: Herçende me xercîyeke mezin kirîye li van cihan lê bi eger hebûna PKK û burdûmana firokeyên Tirkiyê,  geştiya nekarin mifayê wergirin ji wan cihên me yên geştiyarî.

Sinûrê naghyeya çemankê navdare, bi hebûna hejmareke mezin ji cihên geştiyarî û salane hejmareke mezin ji geştiyarên navxwe û dereve yê Herêma Kurdistanê diçin havînegehê wê deverê, lê ev sal bi egera hebûna çekdarên PKKyê û burdûmana firokeyên cengîyên tirkiyê, neku tenê geştiyar belkû xwedîyên wan cihên geştiyarî jî nekarin serdan wan cihan bikin.