Karayilan: Hewlên Tirkiyê li dijî Kurdistanê bi ser neketin

Mûrat Karayilan diyar kir, dewleta Tirkiyê ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan binixumîne, dikare êrîşî Efrînê bike, lê belê wê rastî berxwedaneke dîrokî bê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji medyaya nêzîkî PKKê re diyar kir, dewleta Tirkiyê ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan binixumîne, dikare êrîşî Efrînê bike, lê belê wê rastî berxwedaneke dîrokî bê.

Mûrat Karayilan got, Dewleta Tirkiyê û hikumeta AKP-MHP'ê di pêvajoyeke herî tengav de ye. Hewldanên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê encam negirt. Siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn hilweşiya. Mîhwera siyaseta Rojhilata Navîn dijîtiya Kurd bû, ev jî bi ser neket. Wan xwestin di guhertin û veguhertinên di paşerojê de li Sûriyeyê an jî li tevahiya herêmê dibin Kurd negihêjin ti mafî, Kurd nebin xwedî statu. Ji bo ku statuya Başûrê Kurdistanê tengav bikin çi ji dest hat kir. 

Karayilan amaje bi rola Rûsya û Amerîka kir û got: “Niha li ber Rûsyayê digerin ku Rûsya erê bike ew têkevin Efrînê û şer bikin. Ji xwe eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike ew tê wê wateyê ku Rûsyayê jî erê kiriye. Bêyî erêkirina Rûsya ya jî Amerîka, Tirkiye ji xwe ne tiştek e.”

Herwiha diyar kir, “Ji bo ku Tirkiye çekdarên ser bi wê ve ji Helebê derxîne, Rûsyayê hişt ku were Babê. Eger erê bike, balafiran rake ser Efrînê, wê çaxê wê li hemberî wê çi bide Rûsyayê em bi wê nizanin.”

Karayilan tekez kir, “Heger Tirkiye derbasî Efrînê bibe, wê bersiva xwe bibîne, dê hemû gelê Kurd, hemû raya giştî wê li derdora berxwedana Efrînê bibin yek. Efrîn wê ne bi tenê be, piştevaniya xwe wê xurt be. Çawa ku piştevaniya Kobanê xurt bû, ya Efrînê wê hîn zêde xurt be. Cîhan hemû wê piştevaniyê bike.”