Apê Îbrahîm çîroka şewata zîndana Hesekê vedibêje

Weke îro beriya 26 salan agir bi zindana Hesekê ket û di encama wê bûyerê de zêdeyî 60 kesî ku piraniya wan Kurd bûn hatine şewitandin û bi dehan jî kes birîndar bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo  

Weke îro beriya 26 salan agir bi zindana Hesekê ket û di encama wê bûyerê de zêdeyî 60 kesî ku piraniya wan Kurd bûn hatine şewitandin û bi dehan jî kes birîndar bûn.

Piştî ewqas sal derbas jî bûn, lê destladariya Sûriyê ku wê demê tawana şewatê bi 5 kesên bêguneh ve kir û ew bi dar ve kirin daku rastiyê veşêrin. Ibrahîm şêx Meter ku yek ji girtiyên wê demê bû û ji agir rizgar bûbû, bûyera wê rojê bi bîra xwe tîne.

24ê meha Avdarê sala 1993ê rojeke reş di jiyana kurdên Rojavayê Kurdistanê de bû. Zêdeyî 60 kesî di zindana bajarê Hesekê de hatine şewitandin. Apê Ibrahîm ku di wê rojê de di heman hingara zîndanê debû, dibêje ku berî şewatê bi sê çar rojan jiyana zindanê asayî bû, lê piştî 4 kes ji malbata Hiso Meşkînî ku bi tawana kuştina kesekî kiristiyan ketibû zindanê ,rewş hinekî tevlîhev bû.

Hingara ku tenê têra 50 kesî dikir, zêdyî 100 kes tê de hatibûn bicihkirin û dema agir bi hingarê ket, agir zû belav bû û derî jî hatine asê kirin û di encamê de kesên ji agir rizgar bûn bi dûmanê fetisîn.

Apê Ibrahîm dibêje, gendelî di rêveberiya zindanê de hebû û destin ji derveyî zindanê bûn sedema rûdana bûyerê. Herweha apê Ibrahîm dibêje jî, ta piştî 3 demjimêran jî amûrên vemirandina agir bi wan ve nehatin û jiber wê jî hijmara qurbaniyan zêde bûn.

Derbarê lêkolîn û lêpirsînê  apê Ibrahîm dibêje, tu kesî bi wan re lêpirsîn nekir û tenê 5 kes ji hingara din bi tawana şewata zindanê bi dar ve kirin.

Di 24 avdara 1993ê de şewat rû da û di encamê de zêdeyî 60 kesî ku piraniya wan Kurd bûn şewitîn û bi dehan jî birîndar bûn. li gorî hin şopîneran ji bo ku hêzên ewlehî rastiya şewatê veşêrin, 5 kesên Kurd ku bi tawana bazirganiya madeyên hişbir hatibûne girtin, piştî 2 mehan hatine ji wê bûyerê bi dar ve kirin.