“Trump dê cezayên nû li Tirkiyê bisepîne”

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal aşkere dike, şanda Tirkiye û Amerîka lihev nekirine û Trump dê cezayên nû li Tirkiyê bisepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal aşkere dike, şanda Tirkiye û Amerîka lihev nekirine û Trump dê cezayên nû li Tirkiyê bisepîne.

Şanda Tirkiyê ji bo çareserkirina krîza Keşeyê Amerîkî yê li Tirkiyê girtiye Andrew Brunson ligel berpirsên Amerîkî li Waşîngtonê civiyan. Rojnameya Wall Street Journal jî naveroka hevdîtinan aşkere dike û dibêje, şanda Tirkiyê ji bo azadkirina Keşe Andrew Brunson ti gerentî nedane Amerîkayê.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji Cotmeha 2016an ve bi tohmeta sîxurî û hewldana rûxandina hikûmeta Tirkiyê hatiye desteserkirin, Amerîka jî rijd e li ser azadkirina wî keşeyî.

Wê rojnameyê diyar kir jî, Berpirsên Amerîkî ne tenê daxwaza azadkirina Keşe Andrew Brunson kirine, lê daxwaza azadkirina girtiyên din yên Amerîkî jî kirine.

Di ecama hevdîtinan de Tirkiye û Amerîka lihev nekirine û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê cezayên nû bide Tirkiyê. Trump dibe ku siyasetmedarên din yên Tirkiyê ceza bike.

Roja 1ê Tebaxê û bi sedema desteserkirina keşeyê Amerîkî Andrew Brunsin ji aliyê Tirkiyê ve, îdara Amerîkî ciza li ser wezîrên dadê û navxweyî yên Tirkiyê sepandibû.

 

S. B