Perlemana Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê pesend kir

Di civîna îro ya Perlemana Kurdistanê de, bi piraniya dengan projeyasaya çaksaziyê hat pesendkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna îro ya Perlemana Kurdistanê de, bi piraniya dengan projeyasaya çaksaziyê hat pesendkirin.

Di civînê de, madeyên projeyasaya çaksaziyê hatin xwendin û ligel wê jî pêşniyazên ji aliyên pêwendîdar hatin pêşkêşkirin, ji bo made wek xwe bêne pesendkirin, yan jî pêşniyaz bêne bicihkirin, piştre jî koma projeyasayê hat ber dengdanê û bi piraniya dengên pelemanteran hat pesendkirin.

Her îro û berî destpêkirina civîna Perlemanê, di konferanseke rojnamevanî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zarê Serokê Dîwan, Peyvdar û Sekreterê Encûmena Wezîran, dilniya da mûçexwaran ku li gor projeyasayê, maf û mûçeyên ti kesekî nayin birîn, bi taybet jî yên malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî, ku di civîna duhî ya Encûmena Wezîran a bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de tekezî li ser wê hatibû kirin.

Çaksazî beşeke girîng ê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di gotara destbikarbûnê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî soz dabû ku çaksazî ji karên pêşîne yên Hikûmetê be.

 

 

 

S. B