HDP amadekariyên 4emîn kongreya xwe ya mezin didomîne

Li Tirkiyê bi destpêka sala 2020an partiyên siyasî jî ji bo kongreyên xwe yên mezin amadekariyan dikin. Yek ji wan Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye kul i Enqera paytexta Tirkiyê du rojan konferansa Jinan li dar xist. Jinên HDPyî ragihand ku ew ê bi têkoşîna jinên Kurd yên li Rojava sala 2020an bikin sala têkoşîna Jinan û ew ê bibin alternatîfek bo rêveberiya Tirkiyê.

K24- Enqere

Li Tirkiyê bi destpêka sala 2020an partiyên siyasî jî ji bo kongreyên xwe yên mezin amadekariyan dikin. Yek ji wan Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye kul i Enqera paytexta Tirkiyê du rojan konferansa Jinan li dar xist. Jinên HDPyî ragihand ku ew ê bi têkoşîna jinên Kurd yên li Rojava sala 2020an bikin sala têkoşîna Jinan û ew ê bibin alternatîfek bo rêveberiya Tirkiyê.

HDP ya ku wê di 23yê Sibata 2020an da Kongreya xwe ya asayî lidar bixe û tê çaverêkirin ku Hevserok û rêveberiyeke nû bê diyarkirin amadehîyên bo Kongreyê didomin. Piştî ku HDP civînên herêmî û konferansa ciwanan lidar xist niha jî wê bi dirûşmeya "Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryar in" Li Enqera paytexta Tirkiyê bi serokatiya Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan du roj li ser hev Konferansa Jinan li dar xist.

Parlementera HDPê Ya Edeneyê Tülay Hatîmogullari derbarê konferansê de ragihand ku wan du rojan bandora geşedanên li Tirkiye û li rojhilata Navîn ya li ser Jinan û têkoşîna jinan ya sala 2019an bi giştî nirxandiye û bı pêşendiya têkoşîna jinên Kurd yê li Rojava sala 2020an bikin sala têkoşîna jinan.

Tûlay Hatîmogullari (parlementera HDPê) got: Geşedanên li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û li Cîhanê rû didin yên siyasî, aborî û bandora şerê ku li herêma me gur dibe û encamên wê yên li ser jinan bi berfirehî hate nîqaşkirin. Taybetî di sala 2019an de bandora zêdebûna çalakiyên jinan ya li sernaserî cîhanê û zêdetir jî têkoşîn û destkeftiyên jinên Kurd yên li Rojava berxwe didin hate nirxandin. Di nirxandinên du rojan de hate diyarkirin ku sala 2020an dê bibe sala têkoşîna Jinan.

Parlementera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî da diyarkirin ku li hemberî deshilatdariya takekasî ya AK Partıyê ew ê di sala 2020an de ji bo rêveberiya Tirkiyê weke alternatîfeke pirdengî xwe bi rêxistin bikin û zêdetir dengê jinan bilind bikin.

Ayşe Acar Başaran (parlementera HDPê ya Êlihê) got: Wek HDP wek jinên Kurdan wek jinên k udi HDPê de ku îro em siysetê dikin em dibjin li ser Tirkiyê û Kurdistanê û Rojhilata Navîn em dikarn guhertinên din bikin. Me div ê kongre de me got em dikarin eşlinde Tirkiyê birêve bibin. Îro HDP wek projeyek ku gelan, baweriyan, jinan sîstemek datîne pêşiya xwe em dibêjin em dibin alternatîfa rêveberiya îro li Tirkiyê. Bi pêşengiya jinan em dibînin jiyan azadtir û hevpartir e.

HDP ya ku niha 6 hezar endamê wê di girtîgehê de ne, 32 şaredariyên wê qeyûm li ser hatine danîn û derbarê 61 parlementerên wê de fezleke hatine amadekirin ji bo 4emin kongreya mezin ya 23ê Sibatê bi şiyara ku em alternatîfekin ji bo rêvebirina Tirkiyê di 24 û 25ê vê mehê jî konferansa xwe ya giştî lidar dixe.