Şanda Iraqê pirsên ewlekariyê ligel Tirkiye gotûbêj kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek Hikûmeta Iraqê, ji bo hin hevdîtinên dîplomatîk, girêdayî pêwendiyên ligel Enqere seredana, Tirkiyê kir.
Şanda Hikûmeta Iraqê, ji Wezîrê Derve Muhammed Ali el-Hekim , Wezirê Berevaniyê Necah El-Şammarî û Serokê Hewalgirîya Netewî Mustafa ElKazimî, pêk hatiye.
Şand li gel Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu, Wezirê Berevaniyê Hulusî Akar, û Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiye MİT Hakan Fîdan civiya.
Di hevdîtina her du aliyan de, babetên ewlekariyê, leşkerî û bazirganî hatine gotûbêj kirin.
C.B