Sekreterê NY: Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî delîveyeka dîrokîye bo çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî nameya pîrozbahiyê ji Nêçîrvan Barzanî re rêkiriye û radighîne, pêkanîna bilez a Hikûmeta herêma Kurdistanê dibe sedema bihêzkirina wan serkeftinên li piştî serkeftina biser DAIŞê de hatine bidestxistin.

K24- Hewlêr

Di peyama ji bo Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres tîne ziman: Bi helkefta hilbijartina we ji bo Serokê Herêmê, pîrozbahiyê li te dikim. Bi kêfxweşî ve, pîrozbahiyên xwe arasteyî te dikim, bi helkefta hilbijartina te bi Serokê herêma Kurdistana Iraqê. Bêguman ezmûna zêde û serkirdatiya we ya gelek bibeha, dibin bîngehek ji bo çareserkirina wan astengiyên, ku rûbirûyê herêmê dibin.

Herweha di wê nameyê de, Guterres ragihandiye, pêkanîna bilez a Hikûmeta herêma Kurdistanê, dibe sedema bihêzkirin a wan serkeftinên, ku li piştî serkeftina biser DAIŞê de, li meydana şer de hatin bidest xistin.

Li dawiya nameya Gotêrs de hatiye, li siberojê de Netewên Yekgirtî li ser çendîn dosyeyên li Herêma Kurdistanê karê wê berdewam dibe, ew jî li gorî erkên şanderê Netewên Yekgirtî ji bo alîkarîkirina Îraqê.