Akar: Divê YPG li TilRifet nemîn e

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê da xuyakirin, li Sûriyê bi Rûsyayê re derbarê Efrîn û Îdlibê de hevdîtinên wan berdewam dikin û ew naxwazin li TilRifetê YPG bimîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê da xuyakirin, li Sûriyê bi Rûsyayê re derbarê Efrîn û Îdlibê de hevdîtinên wan berdewam dikin û ew naxwazin li TilRifetê YPG bimîn e. Da xuyakirin, li Sûriyê Amerîka di gelek waran de nêzîkî nêrînên wan bû ye û herêma ewle jî, ji bo parastina welatiyên xwe dixwazin.

Hulusî Akar - Wezîrê bergirî yê Tirkiyê got:

"Bi Rusyayê re jî hevdîtin û pêwendiyên me berdewam in. Li ser Efrîn û Îdlibê gotubêj hene. Hê berê soz hatibû dayîn, divê YPG li Til Rifetê nemîne. Em dixwazin gavek zûtir YPG wê derê vala bike.

Her weha Amerîka jî, di warê krîza Sûriyê de nêzîkî nêrîna me dibe. Ev ne tenê di warê herêma Ewle de ye, di gelek waran de nêzîkî me bû ye.

Derbarê firokeyên F-35 de jî, plana me ya B heye. Planên dem a navîn û dem a dirêj hene. Niha4  pîlotên me di rahênanê de ne, du pîlot jî amadekarî dikin. Her weha perwerdeya 30-40 kesan berdewam dike."

 

 

 

C.B