Berpirsek Amerika red dike, hêzên wan ji Sûriye vekişiyabin

Berpirsek leşkerî yê Amerîka red dike, ku hêzên wan ji Sûriyê vekişiyabin û rastiya bûyerê eşkere dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsek leşkerî yê Amerîka red dike, ku hêzên wan ji Sûriyê vekişiyabin û rastiya bûyerê eşkere dike.

Berpirsek Wezareta Berevaniya Amerîka red kir, ku heta niha welatê wî ti hêzek serbazî ji Sûriyê vekişandibe û tekez jî kir, tişta ku rûdayî tenê veguhestina û vekişandina hin kelûpelên serbazî bû.

Wî berpirsê Amerîkayê eşkere jî kir, hejmarek zêdetir ji hêzên wan çûn e Sûriyê, bi mebesta destpêkirin û alîkarîkirina vekişandina Hêzên wan, ji wî welatî.

Îro çendîn medyayan ragihandibû ku, hin hêzên Amerika ji Sûriye vekişiyane.

 

 

C.B