Hikûmetê dest danî ser şaredariyeke din a HDPê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê dest danî ser şaredariyeke din a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qeyum ji bo wê danî.
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, Şaredarê Pasûrê yê HDPê Mehmet Fatîh Taş ji kar hatiye dûrxistin û Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wekî qeyûmê şaredariyê hatiye erkdarkirin.
Berî niha 5 rojan li Pasûrê teqînekê rû dabû û 7 kes canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê Hevşaredarên Pasûrê yên HDPê jî nav de 5 kes hatibûn zindanîkirin.
Ev yek di demek ê de ye, roja 19ê vê mehê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şerdarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar hatibûn dûrxistin û qeyûm li şûna wan erkdar kiribûn.
S. B