Hevjîna Demîrtaş: Neheqiyên mezin li Demîrtaş tên kirin

Li Stenbolê çîrokên ji kitêba Devran a ji hêla Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP ku ji sala 2016an ve di zinadanê de ye hatibû nivîsandin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Stenbolê çîrokên ji kitêba Devran a ji hêla Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP ku ji sala 2016an ve di zinadanê de ye hatibû nivîsandin li ser sehna şanoyê hat nîşandan. Amadekara şanoyê ragihand ji ber ku çîrok ji hêla Demîrtaş ve hat nivîsin gelek hunermend bi metirsiya ji karê xwe bê dûrxistin nexwestin di şanoyê de bileyzin. Hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş jî ragihand neheqiyên mezin li Demîrtaş tên kirin û pergala darazê li Tirkiyê têk çûye.

Çend çîrokên ji kitêba Devran a bi destê Selahattîn Demîrtaşê hevserokê berê yê HDP ku ji zêdeyî 3 salan e di girtîgehê de ye hatibûn nivîsîn li Stenbolê li sehna şanoyê bi eleqeyeke mezin a beşdaran hat nîşandan.

Hunermend Julîde Kural û Omer Şahin çîrokên ji pirtûka Devran bi hev ra tevî dengên muzîka Kurdî xwendin.

Julîde Kural ragihand wê plan kiribû li ser sehnê çend lîstîkvanên din jî hebûya lê gelek kes ji ber metirsiya ji karê xwe bê dûrxistin nexwestin di çîroka ji hêla Demîrtaş ve hatiye nivîsin de bileyzin.

Hunermend Julîde Kural ji K24ê re got: “4 mêr yek jin li sehneyê dê amadebûn, lê ji ber ku navê Demîrtaş derbas bû gelek kes ditirsiyan ku ji karê xwe bin newêrîn bileyzin. Ji ber vê hin çîrokên mêr bixwenda min xwend. Demîrtaş tim li gel me bû me jî xwest em bi xebateke hunerî piştgiriya wî û pêşketina demokrasiyê bikin.”

Gelek hunermend û siyasetmedar ku tê da Hevseroka HDP Perwîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, hevjînên Selahattîn Demîrtaş, Kemal Kiliçdarogluyê Serokê CHP û Ekrem Îmamogluyê Şaredarê Stenbolê di salonê de amade bûn û bi hev re ev şano temaşe kirin.

Başak Demîrtaş a Hevjîna Selahattîn Demîrtaş got li gel jinên aliyên hizbên cuda temaşekirina şanoyekê nîşaneya hevgirtineke û hêvî dike ku ev hevgirtin her berdewam be.

Hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş ji K24ê re got: “Bi rastî tesîreke mezin a şanoyê li ser min çêbû dilxweşî û xembarî her du hestên cuda bi min dan hîskirin. Selahattîn niha di hucreyeke 12 metreducar de ye lê rih û dilê wî fîkrên wî li derva deng vedide. Rewşa tenduristiya wî gelek gelek baş nîn e. Neheqiyên mezin di doza wî de rû didin. Li Tirkiyê pergala darazê têk çûye. Lê ev rewş wiha dewam nake rojekê dad û hiqûq wê bi cîh bibe.”

Piştî bidawîbûna şanoyê Başak Demîrtaş peyama hevjînê xwe li ser sehnê bi qeydekî da guhdarkirin. Demîrtaş di peyama xwe de ji bo kesên ku keda wan di şanoyê de hene, bo kesên li salonê amadebûne û amadenebûne spasî û dilxweşiya xwe ragihand.