Kenneth Mckenzie û Mezlûm Ebdî pirsa herêma ewle gotûbêj dikin

Şandeke pilebilind a Artêşa Amerîkayê derbarê pirsa avakirina herêma ewle îro li bajarê Kobanê bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke pilebilind a Artêşa Amerîkayê derbarê pirsa avakirina herêma ewle îro li bajarê Kobanê  bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re civiya.

Berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, îro Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie û Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî William Robak li Kobanî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîne.

Balî li ser zarê Mezlûm Ebdî ragihand, her du aliyan behsa mijara devera aram li bakurê Sûriyê û pêwendiyên di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî û girtiyên DAIŞê û malbatên wan kirine.

Serdana vî generalê pilebilind ê Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê re di demekê de ye, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Tirkiyê ye û biryar e derbarê avakirina herêma ewle de bi rayedarên Tirkiyê re danûstandinan bike.

 

S. B