Bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê hejmartina 200 sindoqan maye

Bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê hejmartina 200 sindoqan maye. Li gor agahiyên dawî ferqa navbera Ekrem Îmamoglu û Binalî Yildirim berdewam dike.

K24- Hewlêr

Bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê hejmartina 200 sindoqan maye. Li gor agahiyên dawî ferqa navbera Ekrem Îmamoglu û Binalî Yildirim berdewam dike.

Di hilbijartinên 31'ê Adarê de, li gor encamên nefermî, namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu wek şaredarê Stenbolê hatibû hilbijartin. Bi daxwaza AK Partiyê li 39 navçeyên Stenbolê, dengên pûç ji nû ve hatin hejmartin.

Li gor agahiyan, ji tevahiya sindoqan, tenê hejmartina 240 sindoqan li maye û tê çaverêkirin, îşev hejmartin bidawî bibe.

Li rayedarên CHPê, di proseya ji nû ve hejmartinê de encam naguhere û eger heye ku Komîsyon sibê pesendnameya Ekrem Îmamoglu radestî wî bike.

Li aliyê din jî, Cîgirê Serokê AK Partî Elî Îhsan Yavuz da xuyakirin, wan amadekariya xwe ya bo nûkirina hilbijartinên Stenbolê temam kirine û ewê serî li Komîyona Bilinda Hilbijartinê bidin.