Gotebêjê PDKyê: Civîna evro nîşana wê yekê ye ku hemû alîyan pêdivî bi hevdû re heye

Mehmûd Mehemd gotbêjê PDKyê (Partîya Demukrata Kurdistanê) ragehand, civîna evro ya taybet bi sûndxwarina serokê nû yê Herêma Kurdistanê, tekez li ser wê rastîyê dike ku hemû alîyan pêdivî bi hevdû heye.

K24- Hewlêr

Got jî: giringe di qonaxa dahatî de Em hevgirtî bîn daku bikarîn li hember evê rewşa hestyar xwe bigirîn ku li Herêma Kurdistnê û deverê  durist bûye.

Herweha gotebêjê PDKyê tekez kir ku Hizb û alîyên sîyasî bo wê yekê dihên damezrandin daku welatî ber bi pêşve  bibin. Herweha bo wê yekê durist dibin daku guzariştê nli nerîn dîtinên gel bike û nwênerînîya xwaztên wan bike, lew pêdivîye ji niha û paşve Hizib guhdarîya gel bikin û daxwaz ên wan bicih bikin nemaze jî xelkê aramî û bijêw  divên û divêt ev xwaztên bixin ber çavan.