Hêzên Amerîka careke din rê li hêzeke Rûsî dibirin

Hêzên Amerîkî careke din rê li pêş hêzên Rûsî girt û rê neda ew derbasî bajarokê Til Temirê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîkî careke din rê li pêş hêzên Rûsî girt û rê neda ew derbasî bajarokê Til Temirê bibin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, dema karwaneke Polîsa Serbazî ya Rûsî li ser riya navdewletî M4 ber bi bajarokê Qamişlo ve diçû, hêzeke Amerîkî li bajarokê Til Temirê rê li pêşiya wê birî û nehîşt ew hêza Rûsî derbas bibe û riya xwe ber bi Qamişlo temam bike.

Li gor Rewanegehê, ev yek di demekê de tê, hêzên Amerîkî kar li ser berfirehkirina baregeha xwe ya serbazî li Til Beyder a nêzîkî Til Temirê de dike.

Ev çendîn car in hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê rê li pêş Polîsên Serbazî yên Rûsî digire, roja 21ê vê mehê jî hêzeke Amerîkî rê li hêzeke Rûsî birî û nehîst derbasî herêma Dêrikê bibe û neçar bû û vegere Qamişlo.

 

S. B