Mesrûr Barzanî: Projeyasaya çaksaziyê amade ye bo Parlemanê bê şandin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, heyameke libar peyda bûye, êdî genedelî tê de geş nabe û komîteke bilind ji aliyê pêwendîdar ve hatiye pêkanîn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, heyameke libar peyda bûye, êdî genedelî tê de geş nabe û komîteke bilind ji aliyê pêwendîdar ve hatiye pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di projeyasaya çaksaziyê de bikin û niha yasa amade ye bo Parlemanê bê şandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke vîdyoyî li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Twitter” belav kir û tê de pêdagir li ser pirsa rûbirûbûna gendeliyê dike û dibêje: “Bi xwe gelekî li ser wê rijd im û çavê xwe ji gendeliya ti kes û aliyekî nagirim.”

Tekeziyê li wê jî dike, niha rêkarên tund li hember kesên li dezgehên hikûmetê bertîlê werdigirin hatine girtin.

Serokwezîr dilniyayê dide welatiyan ku bi hemû karînan rûbirûyî gendeliyê dibin û dibêje: “Gelek hewl hatine dayîn, di rûbirûbûna gendeliyê de me sar bikin, lê welatiyan dilniya dikim, ku bi hemû karînên xwe di hewlên xwe de berdewam dibin.”

 

S. B