YNKê dawî biryar li ser rêkeftina bi PDKê re dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û dawî biryar li ser îmzekirina rêkeftineke siyasî bi Partiya Demokrat a Kuridstanê re (PDK) bide.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, biryar e îro Polîtburoya YNKê bicive.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, armanc ji vê civînê, guftûgokirina reşnivîsa rêkeftina siyasî ye, ku biryar e PDK û YNKê wê îmze bikin. Polîtburoya YNKê qonax û xalên rêkeftinê îro guftûgo dike û di dawiyê de jî dawî biryarê li ser wê rêkeftinê dide.
Ev yek di demekê de ye, duhî Peyvdarê PDKê ragihand, rêkeftina bi YNKê re di qonaxa dawî de ye û ew rêkeftin giştgîr dibe û rewşa Herêma Kurdistanê jiyana xelkê lixwe digire.
Di civîneke pêştir a PDK û YNKê de biryar hat dayîn ku rêkeftineke siyasî îmze bikin û herwiha roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî bicivin.
S. B