Tirkiye: 13 Mamosteyên Zanîngehan hatin binçav kirin

Li Tirkiyê, bi tometa ku pêwendiya wan bi Cemaeta Gulen re hene, 13 mamosteyên zanîngehê hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, bi tometa ku pêwendiya wan bi Cemaeta Gulen re hene, 13 mamosteyên zanîngehê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînên Cemaeta Gulen de, li Stenbol û Erzincanê operasyonên hevdem hatin encam dan.

Li gor agahiyan, Serdozgeriya Stenbolê biryara binçavkirina, 16 mamostayên zanîngehê da.  Piştî biryarê, polîsan dest bi operasyonê kirin û 13 mamoste binçav kirin.

Hikûmeta Tirkiyê ji hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an Cemaeta Gulen berpirsiyar dibîn e. Wezareta Navxweyî dabû xuyakirin, ji hewldana derbeyê heta niha ji 500 hezar zêdetir kes hatine lêpirsînkirin û ji 120 hezaran zêdetir kes, ji kar hatine dûrxistin.

 

 

 

C.B