Sînatorek Emerîkayî zelalîyê derbarê duristkirina (Nîvdeleteke Kurdî) li rojahelata Sûriya dide

Sînatoreke Emerîkayî derbarê duristkirin nîvdewleteke Kurdî li bakûra rojhelata Sûriya, berisva Kurdistan 24 dide û radigehîne Emerîka ti pirojeyeke bi wî awayî nîne.

K24- Hewlêr

Sînatoreke Emerîkayî derbarê duristkirin nîvdewleteke Kurdî li bakûra rojhelata Sûriya, berisva Kurdistan 24 dide û radigehîne Emerîka ti pirojeyeke bi wî awayî nîne.

Sînator Tod Yong, endamamê Komîteya derve di Civata Pîrên Emerîkayê de, bersiva Kurdistan24 da derbarê axivtinên Sêrgî Lavrov, wezîrê derveyê Rûsyayî ku gotibû: Emerîka dixwaze nîvdewletekê li bakûra rojhelata Sûriyayê ava bike. Yong got: Rûsya pirûpagindeyê dike û ev axivtin ras nîne û Emerîka naxwaze li wê deverê nîvdewletekê durist bike, armanca me li wir, tenê akincî û aramî û paraztina jîyana xelkê ye.

Berê Rûsiya ragehandibû, Emerîka devereke vebirryayî ji bakûra rojhelata Sûriya durist bike û nîvdewletkeê li wir amezrîne.

Wezêrê derve yê Rûsiyayê amaje bi wê yekê jî dabû ku Emerîka rêgirîyê ji hevpeyamanên xwe dike pişikdarîyê bikin di pirojeyên weberhînanê bo dûbare avakirina Sûriyayê.