Goran ji bo diyarîkirina namzedên xwe bo Kabîneya Nû dicive

Civata Giştî ya Tevgera Goran ji bo diyarîkirina namzedên xwe di Kabîneya Nû de dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Giştî ya Tevgera Goran ji bo diyarîkirina namzedên xwe di kabîneya nû de dicive.

Li gorî zanyariyên Kurdistan 24, biryar e Şemiyê, Civata Giştî ya Tevgera Goran bi mebesta diyarîkirina namzedên xwe ji bo wan postên, ku di Kabîneya Nû de wergirtine, bicive.

Sekreterê Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Cemal Hacî ji medya partiya xwe re ragihandiye, biryar e her du rojên şemî û yekşemiyê, her du Civatên Giştî û Niştîmanî, bicivin, û Civîn jî taybet dibin bi gavên dahatî yên Tevgera Goran derbarê çawaniya beşdarîkirin di Kabîneya Nû ya Hikûmetê û bi taybetî jî, pirsa dabeşkirina postan û diyarîkirina namzedan.

 

 

 

C.B