Dibistanên Efrînê bûne baregehên leşkerî

Hejmarek ji dibistanên Efrînê, navçe û gundên wê ji encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê hatine wêrankirin û hejmareke din bûne baregehên leşkerî û yên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar û beşa di kar de ye jî li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî tê xwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji dibistanên Efrînê, navçe û gundên wê ji encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê hatine wêrankirin, hejmareke din bûne baregehên leşkerî ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar re û beşa di kar de ye jî li şûna zimanê Kurdî zimanê Tirkî tê xwendin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de da zanîn, ji dema dagîrkirina artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê hemû yasa û belgeyên navdewletî binpêkirine û ji bilî siyasetên guhartina demografî, têkdan û wêrankirina cihên dîrokî, şûwarî û olî, dizî û talan û revandina welatiyan û wêrankirina 45 dibistanan, niha beşek ji dibistanên Efrînê kirine baregehên leşkerî, zîndan û cihên aşkencedana welatiyan.

Wê rêxistinê ragihand, artêşa Tirkiyê navên gelek gund, dibistan û avahiyên giştî û yên fermî guhartine û alên Tirkiyê li ser bilind kirine û li şûna zimanê Kurdî, rêbaz û zimanê Tirkî dide xwendin û pesnê dide dagîrkeriya Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporta xwe de diyar kir, li navenda bajarê Efrînê artêşa Tirkiyê û çekdaran 12 dibistan û avahiyên girêdayî bi perwerdeyê ve, bi tevahî yan beşek ji wan kirine baregehên leşkerî.

Li navçeya Bilbilê: Bi tevahî 33 dibistan hene, jê 2 dibistan bûne baregehên leşkerî û hejmarek dibistan jî bi ber bombebarana firokeyên Tirkiyê ketine û wêran bûne û hejmareke din jî kelûpelên xwendinê ji aliyê grûpên çekdar ve hatin dizîn û şikandin.

Li navçeya Mabeta: artêşa Tirkiyê û çekdaran 5 dibistan kirine navend û baregehên leşkerî. Herwiha 2 dibistan jî ku ji encama bombebarana artêşa Tirkiyê de hatine wêrankirin û ji kar derketine.

Li navçeya Reco: 45 dibistan hene li piraniya wan kelûpelên xwendinê peyda nabin. 6 dibistan bi temamî hatine rûxandin. Dibistana amadehiyê ya Reco bûye baregeheke leşkerî. 6 dibistan jî hatine girtin.

Li navçeya Şera: li Şera û gundên ser bi wê ve 45 dibistan hene, ji wan dibistana gundê Xerabê Şera bûye baregeheke leşkerî ji hêzên Tirkî û Polîsa Medenî re û dibistana gundê Meydankê bûye navendeke bicihkirina koçberan.

Li navçeya Cindirêsê: Bi tevahî 50 dibistan hene, hejmarek ji dibistanên gundan hatine wêrankirin. dibistana amadehiyê ya Cindirêsê bi temamî hatiye wêrankirin. Dibistana seretayî ya Cindirêsê bûye komgeheke çekan û kelûpelên leşkerî û dibistanek bûye nexweşxaneyeke leşkerî.

Li navçeya Şiyê: Hejmarek ji dibistanên gundan bi ber bombebarana artêşa Tirkiyê ketine û beşek jê hatine herifandin. Dibistana seretayî ya Şiyê bûye baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyê.  

 

S. B