Daxistina tabelayên bi Kurdî nerazîbûnê bi xwe re tîne

Di hefteya dawîn de daxistina tabelayên bi Zimanê Kurdî ya ku li peyî hev li Bedlîs û navçeya wê ya Tetwanê ketin rojevê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hefteya dawîn de daxistina tabelayên bi Zimanê Kurdî ya ku li peyî hev li Bedlîs û navçeya wê ya Tetwanê ketin rojevê, ji aliyê rayedarên HDP'ê yên Diyarbekirê, nivîskar û welatiyan ve rastî nerazîbûnan hat. Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê got; hişmendiya rayedarên Tirkiyeyê ya li hember Zimanê Kurdî, tunehesibandina Kurdên herêmê ye. Nivîskarên Kurd vê nêzîkahiyê wekî şermekê nirxand û welatiyan jî bang li Kurdan kir ku ew bixwe li Zimanê xwe xwedî derkevin da ku nêzîkahiyên bi vî renge zêdetir nebin.

Piştî Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê, hinek şaredariyên ku aîdê Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê bûn û ketibûn bin rêveberiya qeyûman; di encama hilbijartinan de ketibin destên Ak Partiyê. Şaredariya Bedlîsê jî yek ji van şaredariyan e û li vê şaredariyê tabelaya bi Kurdî ji aliyê Şaredarê Bedlîsê ve hatibû  daxistin. Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan li hember vê nêzîkahiyê nerazîbûn nîşan da û got ku daxistina tabelayan, bi hişmendiya tunehesibandinê hatiye kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan ji K24ê re got: "Em dibêjin; hûn hurmetê nîşanî Kurdan didin, bi dilsozî nîşan bidin. Heger hûn zimanê wan qebûl dikin, hûn neçar in bi qanûnî qebûl bikin û hurmetê lê bigirin. Li aliyekê tabelayên bi Kurdî dadixînin, rûmeta Kurdan binpê dikin, li aliyekê roja din derdikevin daxuyaniyan didin û dibêjin; em ê car din wan tabelayan daliqînin. Em ji vê hişmendiyê re dibêjin; hişmendiya qeyûm. Kîjan hişmendî dibêje; em ê car din tabelayan daliqînin, hişmendiya 23'yê Hezîranê li Stenbolê hilbijartin heye. Kurd êdî ewqas cahil nîn in."

Hîn nîqaşên daxistina tabelaya Şaredariya Bedlîsê bi dawî nebûbûn, li Şardariya Tetwanê ya navçeya Bedlîsê jî heman helwest hat nîşandan û car din tabelaya bi Kurdî hat daxistin. Ji bilî daxistina vê tabelayê, daxistina tabelaya goristanekê jî dîsa li Tetwanê deng veda. Li ser vê yekê nivîskarê Kurd Mûtlû Can û welatî Şemsettîn Karsû jî nerazîbûn nîşan da û gotin ku di vê sedsalê de binpêkirina destkeftiyên Zimanê Kurdî şerm e û divê li hember vê nêzîkahiyê welatî jî li zimamê xwe xwedî derkevin.

Nivîskar Mûtlû Can dibêje: " Helbet divê di demê de siyaseta Kurdan zexim be lewra polîtîkaya li hember Kurdan, heta daxistina tabelayan jî tê bikaranîn û bêtehamuliya xwe ya ji bo Zimanê Kurdî car din nîşan didin. Divê gel jî li heêber vê yekê têkoşîneke demokratîk, azadiyane û aştiyane bimeşîne."

Welatî Şemsettîn Karsû jî got: "Dema ku em hemû bibin yek, dema ku hemû Gelê Kurd bibe yek, me jixwe zimanê xwe bi dest xistiye, em bi ser ketine û me serê xwe rakiriye, ma em êdî serê xwe devberjêr nakin."

Di serdema ku ji bo şaredariyên DBP'ê qeyûm hatibûn tayînkirin de jî tabela hatibûn daxistin lê Wezareta Karên Navxweyî yên Tirkiyeyê pêşî lê girtibû û piraniya tabelayan car din hatibûn daliqandin. Niha jî Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê daxuyandiye ku tabelayên hatine daxistin, dê car din werin daliqandin. Siyasetmedarên bakûr jî nivîskar jî welatî jî daxistina tabelayên bi Zimanê Kurdî wekî nêzîkahiyeke şaş dinirxînin û banga xwedîderketina li Zimanê Kurdî li hemû beşên civakê û sazî û dezgehên civakî dikin.