Gotebêjê hikumetê: Hewl hatîne çirrkirin daku bigehîn çaresereke hevpişik

Piştî kombûna Fûad Hûsên , wezîrê darayî ya Îraqê li gel Awat Şêx Cenab wezîrê darayî ya Herêmê û Dara Reşîd, wezîrê pilandanana Herêma Kurdistanê, gotebêjê hikumeta Kurdistanê ragehand: Hewl hatîne çirrkirin daku bigehîn çaresereke hevpişik derbarê pirsên helawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

K24- Hewlêr

Piştî kombûna Fûad Hûsên, wezîrê darayî ya Îraqê li gel Awat Şêx Cenab, wezîrê darayî ya Herêmê û Dara Reşîd, wezîrê pilandanana Herêma Kurdistanê, gotebêjê hikumeta Kurdistanê ragehand: Hewl hatîne çirrkirin daku bigehîn çaresereke hevpişik derbarê pirsên helawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Cotyar Adil, gotbêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Di kombûna evro de, seqyeke erênî hebû, hemû hewil jî bo wê yekê ne, daku bigehîn çaresereke hevpişika guncayî li ser wan pirsan.

Derbarê pirsa piroje yasa ya budce ya 2020 jî, amaje bi wê yekê kir, gelek hûrkarî hene û gotûbêj jî derbarê wan hûrkarîyan berdewam e. ji alîyê xwe ve jî Herêma Kurdistanê têbînî yên xwe gehandin e.